Bi alîkariya dewletê çewlig vekirin û dest bi heywandariyê kirin. Malbata Yavuz ku li Avrana Mûşê dijî li çewlıgê ji 60 dewaran rojê 350 lître şîr didoşe û difiroşe piyaseyê.
Cotkar û heywandarên herêmê bi saya hîbe û piştgiriyên dewletê karên xwe mezin dikin.
Malbata Yavuz ku li Avrana Mûşê heywandarî dikir, piştî ku ji ajansa pêşketinê hîbe girt, li bajarokê çewliga hilberîna şîr vekir.
Li çewliga ku tê de 60 dewarên mezin hene, rojê nêzî 350 lître şîr tê dotin.
Xwediya çewligê Nuran Yavuz dibêje: “Xwedê ji dewletê razî be. Bi saya piştgiriya ku da me 2-3 malbat ji bêkariyê xilas bûn.”