Bi piştgiriya dewletê çewlig vekir

Xeyala xwe ya zarokatiyê bi cih anî, 150 madak û gamêş kirrîn

Bi piştgiriya dewletê çewlig vekir

Cotkarê Mûşî, bi piştgiriya dewletê çewliga gamêşan vekir. Rojê 2 caran madakan didoşe, 750 kîlo şîr bi destê wî dikeve.

Berewajî hemsalên xwe, wî di zarokatiya xwe de dixwest bibe xwedîyê çewligekê.

Necat Emre piştî çend salan bi piştgiriya dewletê, xeyala xwe ya zaroktiyê bi cih anî.

Karê xwe her roj bi kêf dike; madak û gamêşan diajo ber çêm; wan him li wir hênik dike him jî diçêrîne.

Ev çewlig ji bo ekonomiya Mûşê jî piştgiriyeke mezin e.

Necat Emre niha jî dixwaze ku axûrê gamêşan mezintir bike; salê 200 madekan bifiroşe.

Dîroka nûkirinê: 17 Tebax 2019, 16:42
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE