Navenda Perwerdeya Gel a Bêşebaba Şirnexê ji bo jinan nêzîkî 200î kurs vekirin.
Di van kursan de 1000 jin hînî çêkirina berhemên cûr bi cûr dibin.
Îşkur piştgirîyê dide van kursan û bi saya vê gelek jin tên îstîhdamkirin.
Kursiyerên jin li ser makîneyan berhemên delal çêdikin.
Piştî kursî xanimên Bêşebabî wê karibin bi vê hunerê îdareya xwe ya aboriyê jî bikin.