Bi reqeman îxracata Rojhilatê Anadoluyê

 Li gor daneyên bazirganiya bi derva ra yên berwext ên Saziya Îstatîstikên Tirkiye (TUÎK) û Wezareta Bazirganiyê di gulana îsal da ji Herêma Rojhilatê Anadoluyê bi 78 milyon û 227 dolarî îxracat hat kirin.

Li gor daneyên Midûriyeta Herêma Erziromê ya TUÎKê, di gulana 2019an da ji 14 bajarên Herêma Rojhilatê Anadoluyê li 9 heban îxracat ji îdxalatê zêdetir bû.

Di nav van bajaran da herî zêde bi 24 milyon û 143 lireyî va Elezîzê îxracat kir. Îxracata herî kêm jî bi 17 hezar dolarî va ji Tunceliyê hat kirin. Îtxalata herî mezi bi 14 milyon û 318 hezar dolarî va li Wanê hat kirin. Li Erdexanê jî qet îtxalat nehat kirin.

Li 14 bajarên herêmê di gulanê da bi tevahî 78 milyon û 227 hezar dolarî îxracat, 49 milyon û 534 hezar dolarî îtxalat hat kirin.

Di Îstatîktikên Bazirganiya Derva ya TÛÎKê da daneyên Erzirom, Erzincan û Bayburta bajarên li Herêma Rojhilatê Anadoluyê jî hatin eşkerekirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE