Li Muşê fîrmayeke zîreatê hîbe stand, niha malzemeyan îxracî derwelêt dike. Li Gercüşa Batmanê jî ji bo ku hilberîna berên rêz zêdetir bibe li cotkaran malzeme hat belavkirin.
Li Malazgirta Muşê firmaya ku malzemeyên zîreatê çêdike, di sala 2010an de ji Ajansa Pêşketinê ya Rojhilatê Anadoluyê DAKA’yê hîbe stend.
Fîrmayê di nav 9 salan de kapasîteya xwe bi qasî 2 qatî mezintir kir û niha makîneyan îxracî derwelêt dike.
Li kargehê gelek welatî dixebitin û bi saya vê debara mala xwe dikin û naçin xeribiyê.
Li Gercüşa Batmanê Midûriyeta Çandinî û Daristanan û qeymeqamtiyê li cotkaran malzemeyên rêz belav kirin.
5 hezar dîrekên hesin û 15 hezar heb têlên rêz li 60 cotkaran hat belavkirin. Malzemeyên ku hatine belavkirin ji sedî 70yê wan hîbe ye.
Piştgiriyên dewletê yên ji bo cotkaran wê dewam bikin.