Bi teşvîqa dewletê karê xwe ava kir

Jina jêhatî bi hîbeya dewletê atolye vekir, hevserê xwe û 3 kesên din jî li cem xwe dixebitîne 

Bi teşvîqa dewletê karê xwe ava kir

Li Sêweregê jina ku hevserê wê îflas kiribû, bi piştgiriya dewletê dest bi karê tekstîlê kir. jina jêhatî, niha tevî mêrê xwe çend kesên din li cem xwe dixebitîne.  

Yelîz Kalkan diya 3 zarokan e.  

Bi salan di hundirê odeyekê de karê tekstîlê dikir.  

Piştî ku karê mêrê wê baş neçû wê jî serî li alîkariya KOSGEBê da.  

 Bi saya teşvîqa dewletê niha atolyeya xwe vekirin. 

Hevserê wê jî li cem wê dixebite.  

Kosgeb nîvî hîbe nîvî deyn teşvîq da Kalkanê û niha çend kesan li cem xwe dixebitîne. 

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE