Em li Muşê bûn mêvanê atolyeyeke tekstîlê û me mîkrofona xwe dirêjî karkerên jin kir. Xebatkarên jin dibêjin em pereyê xwe bi xwe qezenc dikin mineta me ji kesî re tune ye û kes nikare ji bo zewacê zorê bide me.
Bi saya atolyeyên tekstîlê yên biçûk bi sedan ciwan bûn xwediyê karekî.
Lê xizmeta wan a herî mezin qedera bi sedan keçikan guherandine.
Ev der li Muşê atolyeyeke tekstîlê ye. Piraniya xebatkaran jî jin in.
Karkerên jin ên azeb dibêjin ji bo ku em dişixulin em ne mecbûr in zû bizewcin û ji bo îdareya xwe minetî kesî nakin.
Li herêmê zewacên di zarokatiyê de jiyana bi hezaran keçikan xera kir.
Hêviya me ev e ku keçikên me yên din jî bi qasî Siltan Er û xwîşka wê bisiûd bin û karibin qedera xwe bi xwe diyar bikin.