Bihayê bermîla nefta Brent 105,22 dolar e

Bihayê bermîla nefta Brent 105,22 dolar e

Buhayê bermîla nefta Brent di piyaseya navneteweyî de 105,22 dolar e.

Bermîla nefta brent duh derket 107,24 dolarî û dû ra bi 107,1 dolarî roj temam kir. Bermîla nefta brent îro ji saet 09.00an pê va ji sedî 1,75 kêm bû û daket 105,22 dolarî. Di heman demê da bermîla nefta xam a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 102,03 dolarî hat firotin.

Hefteya raborî bermîla nefta Brent bi fikara resesyonê daketibû heta 97,2 dolaran. Piştî ku Çînê paketeke binesaziyê ya bihayê 220 milyarî eşkere kir û digel daneyên piyaseya hêza kar a DYAyê, nefta Brentê zirara xwe bi qismî telefî kir. 

Tê destnîşankirin ku di petrola brent da bi awayê teknîkî mirov dikare navbera 104,92 û 105,57 dolarî wekî navbera muqawemetê, navbera 103,81 û 103,34 dolarî jî wekî navbera piştgiriyê bişopîne.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE