Li bazarên wesayîdan liv û tevgereke zêde ye, lê di firotinê de rewş ne wisa ye. Him yên dikirin him jî yên difroşin ji halê niha ne razî ne. Lewra bihayê wesayîdên destê duyem her diçe zêde dibe.
Li tevahiya Türkiyeyê îsal bihayê wesayîtên destê duyem zêde bû.
Lewra ji ber şewba vîrûsa koronayê hilberîn kêm bû, daxwaz zêde bû.
Ji ber daxwaza zêde bihayê wesayîtan jî zêde bû.
Ji bo ku her kes karibe ji xwe re wesayîtekê bikire, baca hin modelên sifir hat kêmkirin lê ev jî bikêr nehat.
Li bazaran eleqeyeke zêde heye, lê kirîn û firotin gelek kêm e.
Mişterî ji rewşa niha ne razî ne û dibêjin wesaîta 20 bi hezar lîreyî niha bûye 40 hezar lîre, yanî her wesaît du qat zêde bûye.