Bihayê grama zêr bi zêdebûnê dest bi rojê kir û niha di asta 252 lireyî da tê firotin.
Duh ji ber tesîra kêmbûna bihayê dolar, grama zêr jî daketibû û di nava rojê da jî ji sedî 0,73 kêm bû û roj bi 251,4 lireyî temam kir.
Zêr îro bi zêdebûnê dest bi rojê kir û ji saet 10.20an pê va sedî 0,2 zêde bû û niha 252 lireyî tê firotin.
Li Bazara Mezin zêrê çaryek bi 411 lireyî û zêrê mezin jî bi 1.682 lireyî tê firotin.
Bihayê onsa zêr a ku niha di bazarên Asyayê da rastî muemeleyeke negatîf tê ji sedî 0,2 kêm bû û niha bi 1.294,5 dolarî tê firotin.
AA