Li Mûşê çandina garisê sîlajê sal bi sal zêde dibe. Cotkarên bajêr bi piştgiriya dewletê û saziyên taybet îsal li ser 7 hezar donim erdî garisê sîlajê tê çandin. Ji vê çandiniyê wê fêdeyeke mezin bigihêje aboriya bajêr.
Li herêma Mûşê çandiniya garisê sîlajê her ku diçe zêde dibe.
Îsal li bajêr wê bi piştgiriya SÜTAŞê li ser 7 hezar donim erdî garisê sîlajê were çandin.
Çandiniya garisê sîlajê wê bi kêrî aboriya bajêr û îstihdamê jî were.
Ji xeynî cotkaran, heywandarên herêmê jî ji çandiniya garisê sîlajê gelek kêfxweş in.
Lewra zivistanan wê peydakirina êmê heywanan hêsantir bibe.