Çandiniya li ser axa bibereket

Li Deşta Mêrdînê piştî genim garis hat çandin.

Çandiniya li ser axa bibereket

Li ser axa bibereket, li Deşta Mêrdînê heman salê piştî genim garisçandin. Genim hat rakirin û dor hat garis. Tê payîn ku nêzî milyonek ton garis ji deştê were rakirin. Ji sedî 8ê giştiyê çandiniya Türkiye li Mêrdînê tê kirin.

Axa Deşta Mêrdînê bibereket e û bajêr di warê çandiniyê de gelek pêşketî ye. 3 milyon donim eraziyê çandiniyê li vir heye. Li ser 2 milyon donimî her sal genim tê çandin.

Li zeviyên ku genim hat rakirin, vê carê garis tê çandin. Tê texmînkirin ku li ser 800 hezar donim eraziyî çandiniya garis were kirin. Û tê payîn ku rekolteya garis ya îsal nêzî milyonek ton be.

Qalîte, rêjeya rûnê garisê Mêrdînê hêja ye û rîska cemedê jî tune ye.

Çandiniya bajarê Mêrdînê ji sedî 8ê çandiniya giştiyê Türkiyeyê ye.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE