Li Mûşê, hîbeyên ji bo pêşxistina çandinî û heywandariya bajêr dewam dikin. Herî dawî, welatiyekî ji gundê kirtakomê, bi piştgiriya saziya TKDK’ê li gundê xwe Çewligeke heywanan vekir û dest bi xebatan kir.
Piştgiriyên dewletê yên ji bo pêşxistina çandinî û heywandariya herêmê dewam dikin.
Herî dawî li Muşê, welatiyekî bi piştgiriya Saziya TKDK’ê ji xwe re çewligeke mezin vekir.
Di çewligê de nêzikî 98 dewarên mezin bi şert û mercên modern tên xwedîkirin.
Koordînatorê TKDK’ê Mehmet Emin Turan jî ji bo serdanê çû çewligê û li wir lêkolîn kir.
Xwediyê çewligê jî dibêje: “Ji bo çêkirina vê tesîsê dewletê piştgirî da me. Xwedê ji wesîleyan razî be.”