Li Sêrtê, înşeata bendeva çetîn a li ser Çemê Botan dewam dike. Li bendavê ê 9 santralên cereyanê bên çêkirin. Ji van wê salê milyarek û 174 milyon kîlowat cereyan bê peydakirin.
Bi milyonan ton beton, hesin û kevir…
Bendava mezin a li ser çemê Botan bilind bû.
Piraniya înşeatê jî qediya.
Endazyarên bendavê dibêjin, di dawiya 2019an de înşeat wê biqede.
Cereyana ku wê ji bendava Çetîn bê peydakirin wê têra 5 bajarên bi qasî Sêrtê bike.