Êdî ji bo şixûl naçin xerîbiyê

Bi saya teşwîqan li navçeyê fabrîqe zêde bûn

Êdî ji bo şixûl naçin xerîbiyê

Bi saya teşwîqên ekonomîk li Cizîra Botan, hejmara febrîqa û kargehan zêde bû. Cizîrî êdî ji bo şixûl naçin xerîbiyê. Bi vê rewşê herî zêde jî karkerên jin kêfxweş in.

Li qada sanayiyê ya Cizîra Şirnexê gelek fabrîqe dişixûlin.

Bi saya van kargehan bi dehan kes debara mala xwe dikin.

Welatiyên ku berê ji bo şixûl diçûn bajarên mezin, niha li memleketê xwe dixebitin.

Jinên Cizîrî, berê nedikaribûn li navçeyê karekî ji xwe re peyda bikin.

Lê îro bi dehan jin di van febrîqayan de dişixûlin.

Hilberîna li Cizîrê him karker ji derdê xerîbiyê xilas kirin, him jî ekonomiya herêmê xurt kir.

Dîroka nûkirinê: 29 Mijdar 2018, 17:07
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE