Daneyên betaliyê hatin eşkerekirin

Di meha tebaxê de rêjeya betaliyê bû ji sedî 11,1...

Daneyên betaliyê hatin eşkerekirin

Saziya Îstatistîkê ya Tirkiyê, daneyên îstihdamê eşkere kirin. betalî di meha tebaxê de bû ji sedî 11 bêhnok 1.

Di heyama Tîrmeh, Tebax û Îlonê de hejmara bêkaran 266 hezar zêde bû. Hejmar gihîşt 3 milyon û 670 hezarî.

Rêjeya betaliyê nîv puan zêde bû û bû ji sedî 11 bêhnok 1.

Di vê heyamê de 490 hezar kes ketin şixul û hejmara kesên îsdîhdamkirî bû 29 milyon û 318 hezar.

Rêjeya îstihdamê bû ji sedî 48 bêhnok 3.

Hejmara kesên ku dikarin bixebitin jî 756 hezar zêde bû. Reqema nû 32 milyon û 989 e.

Rêjeya tevlêbûna îstihdamê jî wek ji sedî 54 bêhnok 3 hat eşkerekirin.

Dîroka nûkirinê: 15 Mijdar 2018, 17:37
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE