Daneyên bêkariyê hatin eşkerekirin

Li Turkiyeyê rêjeya bêkariyê di meha hezîranê da li gor heman meha sala par ji sedî 0,4 zêde bû û bû ji sedî 13,4

Daneyên bêkariyê hatin eşkerekirin

 Li Turkiyeyê rêjeya bêkariyê di meha hezîranê da li gor heman meha sala par ji sedî 0,4 zêde bû û derkete ji sedî 13,4ê. Di heman heyamê da hejmara bêkaran 152 hezar kêm bû û dakete 4 milyon û 101 kesî.

Saziya Îstatîstîkên Turkiyeyê (TUÎK) daneyên bêkariyê yên meha hezîranê eşkere kir.

Li gor vê, li Turkiyeyê di nav kesên ji 15 salî mezintir da hejmara bêkaran di hezîranê da 152 hezar kêm bû dakete 4 milyon û 101 kesî. Di heman heyamê da rêjeya bêkariyê ji sedî 0,4 zêde bû derkete ji sedî 13,4ê.

Rêjeya bêkariya xêncî cotkariyê jî ji sedî 0,6 zêde bû û derkete ji sedî 15,9ê.

Rêjeya bêkariyê di hezîranê da li gor meha beriya wê ji sedî 0,5 zêde bû. Di vê mehê da di nav 15-24 saliyan da rêjeya bêkariyê ji sedî 1,3 zêde bû û ji sedî 26,1. Rêjeya bêkariyê ya di nav 15-64 saliyan da jî ji sedî 0,4 zêde bû û bû ji sedî 13,7.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE