Daneyên bêkariyê hatin eşkerekirin

Di meha Mijdarê de rêjeya betaliyê bû ji sedî 13,3

Daneyên bêkariyê hatin eşkerekirin

Di meha mijdarê de rêjeya bêkariyê bû ji sedî 13 bêhnok 3. Hejmara kesên ku hatine îstihdamkirin jî ji 28 mılyonî derbas kir.

Saziya Îstatîstikê ya Tirkiyê daneyên bêkariyê yên meha Mijdarê eşkere kir.

Di heyama mehên Cotmeh, Mijdar û Kanûnê de, li gorî par hejmara bêkaran 327 hezar kes zêde bû û bû 4 milyon û 308 hezar kes.

Hejmara bêkaran a ne di bin bandora demsalê de jî, li gorî par ji 100 hezar kes kêm bû û bû 4 milyon û 318 hezar kes.

Ji Mijdarê û pê ve, hejmara kesên îstihdamkirî jî bû 28 milyon û 169 hezar kes.

Ji kesên îstixdamkirî ji sedî 56 bêhnok 6 di sektora xizmetê de, ji sedî 20 bêhnok 4 jî di ya pîşesaziyê de dest bi kar kir.

Rêjeya îstihdamê jî wek ji sedî 52 bêhnok 5 hat eşkerekirin.

Di heman heyamê de hejmara kesên îstihdamkirî 182 hezar zêde bû û bû 32 milyon û 477 hezar kesî.

Dîroka nûkirinê: 11 Çile 2020, 11:35
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE