Daxuyaniyên Wezîr Albayrak

Albayrak: "Em dibihîzin ku bankeyên taybet ji bona kesên dixwazin mewduatên xwe hûr bikin û krediyên xwe verast bikin maliyetên giran derdixin. Em ê bi ser vê meseleyê da herin."

Daxuyaniyên Wezîr Albayrak

Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak: "Bêyî ku ji dezgehek û saziyeke navneteweyî destek û alîkariyê bixwazin em pêvajoyê îdare dikin."

Albayrak di vîdeoya li ser hesabê xwe yê Twitterê weşanda da got ku em dibihîzin bankeyên taybet ji bona kesên dixwazin mewduatên xwe hûr bikin û krediyên xwe verast bikin maliyetên giran derdixin, em ê bi ser vê meseleyê da herin.

Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak destnîşan kir ji bona lazmatiyên sereke bona 2,1 milyon welatiyên xwe bi 12,1 milyar lireyî çavkanî hatiye terxankirin.

Albayrak diyar kir reqama fînansmanê ya ji bona esnafan hatiye terxankirin tevî Paraf Kartê bi tevahî bû 6 milyar û 737 milyon lire.

Berat Albayrak got ku bi desteka Bira Kar Bidome me ji bona pîşesazên xwe 36 milyar û 326 milyon lire terxan kiriye û wiha dewam kir: "Bêyî ku ji dezgehek û saziyeke navneteweyî destek û alîkariyê bixwazin em pêvajoyê îdare dikin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE