Daxuyaniyên Wezîr Elvan

"Ji bona Turkiye di veberhênanan da bibe navenda cazîbeyê me seferberiyekê daye destpêkirin"

Daxuyaniyên Wezîr Elvan

Wezîrê Xezîne û Darayiyê Lutfî Elvan: "Ji bona Turkiye di veberhênanan da bibe navenda cazîbeyê me di warê aborî û hiqûqî da seferberiyeke nû daye destpêkirin."

Elvan, Wezîra Ticaretê Ruhsar Pekcan û Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mustafa Varank beşdarî Civîna Veberdêran ya Navneteweyî bûn ku Komeleya Veberdêran ya Navneteweyî (YASED) li dar xist.

Wezîrê Xezîne û Darayiyê Elvan destnîşan kir ji bona Turkiye di veberhênanan da bibe navenda cazîbeyê me di warê aborî û hiqûqî da seferberiyeke nû daye destpêkirin.

Elvan diyar kir wê ji bona veberdêrên nav welêt û dervayî welêt polîtîkayên ku kredîbilîteyê di asta herî jor da digire bimeşînin ku dê şik û gumana kesî nemîne.

Wezîrê Xezîne û Darayiyê Elvan got em ê bi biryardarî reformên ku wê veberdêr pêşiya xwe bibînin pêk bînin.

Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mustafa Varank jî diyar kir Turkiye di heyama dawîn da yek ji wan dewletan e ku ji sermayeya berê xwe dide piyaseyên geş dibe herî zêde îstifade dike.

Wezîra Ticaretê Ruhsar Pekcanê jî got ku li seranserê Turkiyeyê 81 bajarên me ji bona veberdêran rasterast xwediyê potansiyeleke veberhênanê ye.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE