Daxuyaniyên Wezîrê Xezîne û Darayiyê Nebatî

Nebatî: "Welatî wê zêrên xwe bi wesîleya zêrfiroş û bankeyan teslimî pergala fînansê bikin"

Daxuyaniyên Wezîrê Xezîne û Darayiyê Nebatî

Wezîrê Xezîne û Darayiyê Nureddîn Nebatî ragihand ku welatî dikarin zêrên xwe bi wesîleya zêrfiroş û bankeyan bi awayekî hêsan û ewledar teslimî pergala fînansê bikin.

Nebatî li Navenda Kongreyê ya Stenbolê di Civîna Nasandina Tevdîrên Dijî Enflasyonê û Gavên Nû Yên Modêla Aboriya Tirkiyeyê da axivî.

Nureddîn Nebatî der barê zêrên di bin balîfan da wiha got, "Ji 1ê Adarê pê va li 81 bajaran em ê xebatan bidin destpêkirin ku ji hezar û 500î zêdetir zêrfiroş wê herî kêm bi zêrekî beşdar bibin."

Wezîrê Xezîne û Darayiyê Nebatî ragihand ku welatî dikarin zêrên xwe bi wesîleya zêrfiroş û bankeyan bi awayekî hêsan û ewledar teslimî pergala fînansê bikin.

Nebatî diyar kir zêrên ku tevlî pergala fînansê bibin wê bi bihayên TLyê hesabên mewduat û beşdariyê bên vekirin ku qîmeta wan nekeve û bên parastin.

Wezîrê Xezîne û Darayiyê Nebatî ragihand ku di çarçoveya sepandina nû da zêrên ku bikevin pergala fînansê gava bên xwestin wê cardin wek zêr bên dayîn.

Nureddîn Nebatî destnîşan kir wê bi hev ra dijî gavên ku enflasyonê zêde dikin li ber xwe bidin û got ku gava em qezenc bikin û teserûfê bikin em ê bi hev ra jî tevdîrên dijî enflasyonê hildin.

Nebatî ragihand sepandineke mobîl ya ku welatî bikaribin bihayên tiştan bişopînin û erzan bibînin wê di 1ê Adarê da ji bona emilandinê derkeve.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE