Daxuyaniyên Wezîra Bazirganiyê Pekcanê

Wezîra Bazirganiyê  Pekcan: "Dezgehên ku ticareta wesaîtên destê duyemîn dikin û belgeya rayeyê hilnedane divê heta 31ê Tebaxê belgeya rayeyê hildin."

Daxuyaniyên Wezîra Bazirganiyê Pekcanê

Wezîra Bazirganiyê Ruhsar Pekcan: "Dezgehên ku ticareta wesaîtên destê duyemîn dikin û belgeya rayeyê hilnedane divê heta 31ê Tebaxa 2020an belgeya rayeyê hildin."

Guherîna Wezareta Bazirganiyê ya der barê firotina wesaîtên destê duyemîn da îro di Rojnameya Fermî da hat weşandin.

Wezîra Bazirganiyê Ruhsar Pekcanê di daxuyaniya xwe ya nivîskî da destnîşan kir dezgehên ku ticareta wesaîtên destê duyemîn dikin û belgeya rayeyê hilnedane divê heta 31ê Tebaxa 2020an belgeya rayeyê hildin.

Pekcanê diyar kir di nav salekî da heger ji 3yan zêdetir wesaît bên firotin ev wê wek xebateke ticarî bê hesibandin û got ku dijî xebatên ku qeyda wan tunebe dê mueyîde hebin.

Wezîra Bazirganiyê Pekcanê di daxuyaniya xwe da got ku bi guherînê em dixwazin di ticareta wesaîtên destê duyemîn da reqabeta neheq ji holê rakin û rê li ber zêdekirina bihayên sunî û belasebeb bigirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE