Zelçukê di daxuyaniya xwe ya nivîskî da got di pêvajoya têkoşîna dijî şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da pere li ser hesabên bankayê tên dayîn û anî ziman pereyê kesên ku agahiyên wan ên IBANê kêm an jî şaş in jî li ser PTTyê tê razandin.
- Pere wê di navbera 8-10ê Hezîranê da bêne dayîn
Wezîr Selçukê got karkerên peymana wan a kar piştî 15ê Adara 2020an hatiye betalkirin, lê wan heqê pereyê bêkariyê qezenc nekirine jî wê îro bikaribin pereyên ji bo piştgiriyê hildin.
Selçukê anî ziman ji bo ku zêde qerebalix û rêz çênebe ewê pereyê karkerên ku kargeha wan bêhane destûr dane wan ku ew neyên kar û ewê alîkariya pereyên demkurt bi dest nexistine wê li gor reqamên nasnameya wan bidin û wiha dewam kir: "Kesên reqamên nasnameya wan a TCyê ya dawîn 0,2 û 4 in wê di 9ê Hezîranê da, yên reqamên wan 6 û 8 in jî wê 10ê Hezîranê da hildin."
AA