Dema çinîna fisteqên Siirtê

Îsal ji ber germahiyê zêde bû berên fisteqan qels in.

Dema çinîna fisteqên Siirtê

Li Sêrtê dema çinîna fisteqan e. Ji ber ku îsal li herêmê baran hindik bariya û germahî gelek zêde bû, rekolteya fisteqan kêm e.

Bajarê Sêrtê bi fisteqên xwe yên mezin gelek bi nav û deng e.  Niha li bajêr dema çinîna fisteqan e.

Welatî ji bo fisteqên xwe biçinin ketin nav keft û lefteke mezin. Lê îsal ji ber ku li herêmê kêm berf û baran bariya, di ser de jî germ gelek zêde bû, berên fisteqan qels in.

Ji darên ku par ji wan 20 hezar ton fisteq hatine çinîn, îsal kêm zêde 10 hezar ton tên.

Her wiha hin darên fisteqan jî ji ber germahiya vê havînê hişk bûn.

Dîroka nûkirinê: 07 îlon 2018, 09:36
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE