Dema dayîna deynên prîmê bo van navçeyan hat dirêjkirin

Li Akçaqele, Bîraçik, Ceylanpinar, Sirûc, Qiziltepe û Nisêbînê dema dawîn ya dayîna deynên prîmê yên GSS û SGKyê ji 31ê Cotmehê heta 2yê Kanûnê hat dirêjkirin

Dema dayîna deynên prîmê bo van navçeyan hat dirêjkirin

Li Akçaqele, Bîraçik, Ceylanpinar, Sirûc, Qiziltepe û Nisêbînê dema dawîn ya dayîna deynên prîmê yên Sîgorteya Tenduristiyê ya Giştî (GSS) û Saziya Ewlehiyê ya Civakî (SGK) ji 31ê Cotmehê heta 2yê Kanûnê hat dirêjkirin.

Wezîra Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî Zehra Zumrut Selçukê li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û destnîşan kir ku li Akçaqele, Bîraçik, Ceylanpinar, Sirûc, Qiziltepe û Nisêbînê dema dawîn ya dayîna deynên prîmê yên GSS û SGKyê ji 31ê Cotmehê heta 2yê Kanûnê hatiye dirêjkirin.

Wek mayîn li 6 navçeyan dema dayîna dawîn ya texsîtên deynanên hatine verastkirin wek 2yê Kanûnê hat eşkerekirin.

Dîroka nûkirinê: 26 Cotmeh 2019, 15:34
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE