Hedefa dewletê ew e ku sala bê ji welatiyan 30 milyar û 220 milyon û 561 hezar lire xerc berhev bike.
Li gorî zanyariyên ku peyamnêrê AAyê ji daneyên Pêşnumaya Qanûna Budceya Rêveberiya Navendî ya Sala 2020an berhev kirin, qedera ji sedî 53yê xercê ku tê texmînkirin dê sala nû were berhevkirin, kesên xeyrîmenqûlan dikirin difiroşin dê bidin. Tê texmînkirin ku di vê çarçoveyê da sala nû bi 16 milyar û 14 milyon û 860 hezar lireyî xerca tapûyê dê were razandin.
Xerc û miqdarên wan ku dê li gorî budceya sala 2020an werin berhevkirin, wiha ne:
Xerc |
2020 |
Xercên darazê |
5.766.350.000 |
Xercên noterê |
995.022.000 |
Xercên daraza bacê |
2.155.000 |
Xercên tapûyê |
16.014.860.000 |
Xercên pasaport û konsolosxaneyan |
2.596.128.000 |
Xercên keştî û bênderan |
33.043.000 |
Xercên îmtiyazname, ruxsetname û dîplomeyan |
152.646.000 |
Xercên trafîqê |
824.319.000 |
Xercên mayîn |
3.836.038.000 |
Bi tevahî |
30.220.561.000 |
AA