Bi saya projeya GAPê li navçeya Hezexa Şirnexê li ser 7 dekar erdî sera hatin avakirin. Di serayan de zebze tên gihandin. Serayên ku ji aliyê jinan hatine avakirin bi piranî bi teşvîqa dewletê bi ser ketine.
Îdareya Pêşketina Herêma GAPê di çarçoveya "Projeya Pêşvebirina Serayan" de dike ku li axên çandinî nayên kirin sera bên avakirin.
Di çarçoveya projeyê de, li Hezexa Şirnexê li ser 7 dekar erdî 7 sera hatin avakirin û niha li wan serayan çandiniya zebzeyan tê kirin.
Di serayên ku bacan û xiyar tên gihandin 37 kes dixebitin.
Ayhan Aya 45 salî jî 2 bazinên xwe hûr kirin û bi piştgiriya dewletê sera ava kir.
Jinên ku berê ji bo paleyiyê diçûn bajarên rojava îsal di karê xwe de dixebitin.
Bi saya van serayan li bajarê xwe dimînin û debara xwe dikin.
Di serayan de ji tonekî zêdetir zebze tê gihandin.