Di 2020î da bi derxistina 42 ton zêr va rekora dîroka Komarê hat bidestxistin

Di 2020î da bi derxistina 42 ton zêr va rekora dîroka Komarê hat bidestxistin

Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Fatîh Donmez digel ku şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) hebû jî di dawiya 2020î da rekora dîroka Komarê hat bidestxistin û derxistina zêran derket 42 tonî. Wezîr Donmez got, "Bi derxistina 42 ton zêr va me bihayê 2,4 milyar dolarî piştgirî da aboriya me."

Donmez di qebûla nûnerên Komeleya Madenê Zêr da daxuyanî da û diyar kir ku par ji aliyê vejen û madenkariyê va bi serkeftî kuta bû.

Donmez daxuyand ku Tirkiyeyê di sala 2001ê da bi 1,4 tonî va dest bi derxistina zêr kir û diyar kir ku di 20 salî da 382 ton zêr hat derxistin.

Donmez daxuyand ku li Tirkiyeyê biyanî û xwemalî bi tevahî ji 18 kanên madena zêr, zêr tê derxistin û wiha dewam kir, "20 projeyên nû yên madena zêr jî seba veberhênanê tên kutakirin. Înşellah ev prije jî têkevin dewrê, em ê salê 100 ton zêr derxin. Hedefa me ew e ku em pêdiviya xwe ya zêr pêşiyê ji çavkaniyên xwe yên xwemalî peyda bikin, kêmasiya carî ya zêran kêm bikin û îstixdama vê qadê zêde bikin."

Donmez diyar kir, di serê sala 2020î da dihat plankirin ku qasî 40-45 ton zêr were derxistin û wiha dewam kir, "Digel ku şewb hebû jî di dawiya salê da rekora dîroka Komarê hat bidestxistin û derxistina zêran derket 42 tonî. Bi derxistina 42 ton zêr va me bihayê 2,4 milyar dolarî piştgirî da aboriya me."

Donmez destnîşan kir ku par li gor 2019an îtxalkirina zêr ji sedî 123 zêde bû û bihayê 25,2 milyar dolarî zêr hat îtxalkirin û got ku li Tirkiyeyê zêr herî zêde seba teseruf û veberhênanê tê kirîn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE