"Di 2020an da 2,48 milyar lira pereyê piştgiriyê hat dayîn"

Wezîra Bazirganiyê Ruhsar Pekcan: "Di 2020an da ji ixracatciyan ra 1,9 milyar lira, ji ixracata qada xizmetan ra 588,3 milyon lira, tevahî 2,48 milyar lira pereyê piştgiriyê hat dayîn."

"Di 2020an da 2,48 milyar lira pereyê piştgiriyê hat dayîn"

Di Komîsyona Budçe û Planê ya Meclisê da civînên budçeya sala 2021î ya Wezareta Bazirganiyê dest pê kirin.

Wezîra Bazirganiyê Ruhsar Pekcan beşdarî civînê bû û li vir axivî.

Pekcanê behsa şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) û tesîrên wê yên li ser jiyana kurewî kir û wiha axivî: "Tirkiye xwedî wê hêzê ye ku derfetên ji ber pandemiyê di zincîra tedarîkê ya kurewî da bûne sedema guherandinê bi awayekî herî baş binirxîne. Em wisa bawer dikin ku emê di veberhênan û bazirganiyê da derfetên nû baş binirxînin, di zîncîra nirxên kurewî da jî bibin aktorek û bi awayekî xurt di rêya xwe da bimeşin."

- "Di 2020an da 2,48 milyar lira pereyê piştgiriyê hat dayîn"

Pekcanê got di qada îxracatê da pereyên piştgiriyê hatin dayîn û wiha dewam kir: "Di 2020an da ji ixracatciyan ra 1,9 milyar lira, ji ixracata qada xizmetan ra 588,3 milyon lira, tevahî 2,48 milyar lira pereyê piştgiriyê hat dayîn. Turk Eximbankê di nav salê da li gor heman heyamê ya par ji sedî 5 zêdebûnê va 7,7 milyar dolar piştgiriya fînansmanê da. Di 2020an da ji bilî salên berê dewr bûye, 950 hezar û 922 esnaf û zanaetkaran tevahî 39 milyar û 193 milyon lire krediya daxistî ya faîzê bi kar anîn."

- "208 şirketan 6,9 milyon lire cezayê pereyan ya îdarî hildan"

Wezîr Pekcanê wiha dewam kir: "Di 10 mehên ewil da milyonek û 515 hezar perçe berên îtxal hatin kontrolkirin û me destûr neda ku 4 hezar û 645 perçe berên ne ewle ne bên îtxalkirin. Di tenduristî, paqijî, xurek û elektronîkê da ji ber ku bi bihayekî pir zêde va tiştan difroşin 208 şirketan 6,9 milyon lire cezayê pereyan ya îdarî hildan. Ekîbên me yên parastina gumrukê ji serê salê vir va jê 3 heb wek rekorê baş, di 234 operasyonan da 8 hezar û 100 kîlo madeyên hişbirê girtin."

Di 2021î da der barê bikaranîna çek û bonoyan da jî Pekcanê wiha agahî da: "Di 2021an da emê pergala ku çek û bonoyan di sepana elektronîk da dikare amade bike û bike nav karûbarên kambiyoyê bikin rewacê."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE