''Di adarê da em gihîştin reqama îxracatê ya mehane ya herî zêde ya hemû zemanan''

Wezîra Bazirganiyê Ruhsar Pekcan: "Di adarê da îxracat li gor heman mehê ya 2020î ji sedî 42,2 zêde bû û gihîşt 8 milyar û 985 milyon dolarî. Ev bû reqama îxracatê ya mehane ya herî zêde ya hemû zemanan."

''Di adarê da em gihîştin reqama îxracatê ya mehane ya herî zêde ya hemû zemanan''

Wezîra Bazirganiyê Ruhsar Pekcan li Salona Konferansê ya Wezareta Bazirganiyê reqamên bazirganiya derva ya çaryeka ewil û ya meha adarê eşkere kir.

Pekcanê behsa şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) û tesîrên wê kir û got ew hêvî dikin li tevahiya dinyayê di demeke kin da ev nexweşî ji holê rabe.

- "Di adarê da em gihîştin reqama îxracatê ya mehane ya herî zêde ya hemû zemanan"

Wezîr Pekcanê got beriya vê di çileya pêşîn a 2020î da bi 17 milyar û 847 milyon dolarî va reqama îxracatê ya mehane ya herî zêde ya hemû zemanan hatibû bidestxistin û wiha dewam kir: "Niha me vê rekora xwe derbas kir. Di adarê da îxracat li gor heman mehê ya 2020î ji sedî 42,2 zêde bû û gihîşt 8 milyar û 985 milyon dolarî. Ev bû reqama îxracatê ya mehane ya herî zêde ya hemû zemanan. Me 18 milyar dolar jî bi dest nexistibû, lê şikir em gihîştin 19 milyar dolaran ku ev serkeftina îxracatvanên me ye."

Pekcanê behsa rêjeyên îtxalatê jî kir û wiha dewam kir: "Îtxalata me di adarê da li gor heman mehê ya par ji sedî 25,8 zêde bû û bû 23 milyar û 679 milyon dolar. Di adarê da kêmdana bazirganiyê ya derva li gor adara 2020î ji sedî 14,2 kêm bû û ji 5,5 milyar dolarî daket 4,7 milyar dolarî. Ji bilî vejenê kêmdana bazirganiya me ya derva 1,9 milyon dolar e."

- "Di çaryeka ewil da me 50 milyar dolarî derbas kir"

Der barê reqamên bazirganiya derva ya çaryeka ewil a sala 2021î da jî Pekcan wiha axivî: "Di çaryeka ewil da îxracat li gor heman heyamê ya par ji sedî 17,3 zêde bû û bû 50 milyar dolar. Ev reqama çaryeka ewil a herî zêde ya heta îro ye.Bi vî awayî wek sala 2020î di çaryeka ewil a vê salê da jî me 50 milyar dolarî derbas kir. Îtxalata çaryeka ewil li gor çaryeka ewil a sala par ji sedî 9,7 zêde bû û bû 61 milyar dolar, kêmdana bazirganiya derva jî ji sedî 15,2 daket û bû 11 milyar dolar. Rêjeya pêrgîna îxracatê ya îtxalatê di meha adarê da ji sedî 9,2 zêde bû û gihîşt ji sedî 8,2an, rêjeya pêrgînê ya ji bilî vejenê jî ji sedî 10,2 zêde bû û bû ji sedî 90,6."

- "Ev temînat û nîşaneya serfiraziya me ya heyamên pêşerojê ye"

Wezîr Pekcanê ev reqam wek serfîrazî bi nav kir û wiha pê da çû: "Serfiraziya ku me di meha adarê û çaryeka ewil a salê da bi dest xist, temînat û nîşaneya serfiraziya me ya heyamên pêşerojê ye. Me Birêz Taî ra biryar da ku em li ser mijarên têkiliyên bazirganiyê yên di navbera Tirkiye-Amerîkayê da bi hev ra bi erênî bixebitin. Em ê zincîra veberhênan, îstixdam, hilberîn û îxracatê bi awayê herî bihêz çêkin û em ê bi hev ra ber bi armancên xwe yên neteweyî bimeşin."

Pekcanê anî ziman tesîsa koronayê heye lê dîsa jî di îxracat û îtxalatê da serleftinek çêbûye û wiha got: "Welatê me digel zordariyeke wek şewba gerdûnî wê mezinbûna xwe û îxracata nirxa zêdekirina xwe bê sekin bidomîne û em ê jî vê bikin. Bi 83 milyonî ra em ê dest bidin hev, bi hev ra û bi piştgiriyê wek milet em ê vê bi cî bînin."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE