Wezîra Ticaretê Ruhsar Pekcan: "Li gorî GTSyê di adarê da îxracata me ji sedî 0,5 zêde bû û derket 16 milyar û 334 milyon dolarî. Ev di meha adarê da rekora îxracatê ye."
Pekcanê li Salona Konferansê ya Wezareta Ticaretê daxuyaniya çapemeniyê li dar xist û reqamên ticareta bi derva ra ya meha adarê eşkere kir.
Wezîra Ticaretê Ruhsar Pekcanê destnîşan kir gorî GTSyê di adarê da îxracata Tirkiyeyê ji sedî 0,5 zêde bû û derket 16 milyar û 334 milyon dolarî û got ku ev di meha adarê da rekora îxracatê ye.
Ruhsar Pekcanê destnîşan kir di çaryeka ewil ya 2019an da îxracat nêzîkî 44 milyar û 567 milyon dolarî bûye û got ku ev di dîroka me da reqama herî mezin ya îxracatê ye.
Wezîra Ticaretê Ruhsar Pekcanê diyar kir di meha adarê da îtxalat jî ji sedî 17,81 kêm bû û daket 18 milyar û 299 milyon dolarî.