Di çaryeka duyan da zemê nadin ser bihayê ceyranê

Terîfeyên ceyranê yên heyama nîsan-hezîranê hatin eşkerekirin.

Di çaryeka duyan da zemê nadin ser bihayê ceyranê

Mustafa Yilmazê Serokê Saziya Sererastkirina Piyaseya Vejenê diyar kir ku ew ê di çaryeka duyan a îsal da zemê nedin ser bihaceyranê.

Yilmaz di daxuyaniya xwe da destnîşan kir ku di civîna lijneyê ya îro da terîfeyên ceyranê yên heyama nîsan-hezîranê hatin eşkerekirin.

Yilmaz diyar kir ku di çarçoveya têkoşîna dijî vîrusa koronayê ya tîpa teze (Kovîd-19) da dibê sektorên taybet jî berpirsyariyên xwe bi cî bînin û zemê nedin ser bihayê ceyranê û xaza siruştî û wiha axivî: Di vê çarçoveyê da ji bo çaryeka duyan a îsal zem nayê dayîn."

Yilmaz diyar kir ku peyama Serokomar Recep Tayyîp Erdogan a ji bo nebirîna ceyranê û xanê eşkere ye û wiha pê da çû:

"Wekî lazimiya dewleta civakî em jî vê pêvajoyê ji nêz va teqîb dikin. Ya girîng ew e ku xizmet paşda nemînin û welatiyên me mexdûr nebin. Dibê hemû kesên di sektora vejenê da dixebitin baldar bin û her kes baş bixebite. Heke di rojên pêşiya me da tevdîrên din jî lazim bikin em ê wan hildin bira tu kes nekeve şikê."

AA

Dîroka nûkirinê: 28 Adar 2020, 17:10
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE