"Di dawiya salê da em gihîştin hemû hedefên xwe"

Wezîr Albayrak beşdarî bernameya TRT Haberê bû û mijarên di rojevê da cih digirin, nirxand.

"Di dawiya salê da em gihîştin hemû hedefên xwe"

Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak diyar kir ku sala 2019an ji bo sektora reel wê di qada lîkîdîteyê da baş be û wiha pê da çû: "Emê di rojên pêş da bi taybetî ji bo esnaf û pîşeyên îmalkirinê di serî da pakêteke ku wê maliyeta KOBIyên me daxe, eşkere bikin."

Wezîr Albayrak beşdarî bernameya TRT Haberê bû û mijarên di rojevê da cih digirin, nirxand.

Der barê sala 2018an da Wezîr got: "Dawiya salê hema bêje em gihîştin hemû hedefên ku me danîbûn pêşiya xwe, heta me performanseke çêtir jî nîşan da" 

Wezîrê Xezîne û Darayiyê Albayrak bal kişand ser hedefa enflasyonê ya ku ji bo sala 2018an kifş kiribûn û wiha dewam kir: "Me ji bo sala 2018an hedefa xwe ya enflasyonê ji sedî 20,8 diyar kiribû û me enflasyona salê di bin wê da ji sedî 20,3yî temam kir û bi rastî jî ev pêvajoyeke pir bi kêr e." 

Albayrak ragihand ku ewê îsal performanseke hê baştir nîşan bidin û axaftina xwe wiha domand: "Di budçeya sala 2019an da him ji hêla xerckirinê va, him ji hêla çûnê va û him jî ji hêla dahatê va em ê performanseke hê baştir nîşan bidin. Di sala 2019an da ji bo danîna bingeha 2020 û 2021ê em ê bi heman cidiyet û biryardariyê va kar û barên xwe bidomînin."

Wezîr Albayrak qala guherîna ku bi şev di kurên dowîzê da pêk hat jî kir û got: "Ji ber bazarên Asyayê ku vekirîne li hemberî bazarên pêşva diçin guherîn pêk hat. Guherîn di demeke kurt da di astekê da ma."

Ji bo îxraca tehwîla bi zêran jî Wezîr Albayrak destnîşan kir ku wan di sala par da 6 ton û nîv zêr tevlî aboriyê kiriye.AA

Dîroka nûkirinê: 04 Çile 2019, 17:23
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE