"Di dîroka komarê da em gihîştin reqama îxracatê ya herî zêde"

Wezîra Bazirganiyê Ruhsar Pekcan: Îxracat ji sedî 13,1 zêde bû û bi 15 milyar û 732 milyon dolarî îxracat hatiye kirin."

"Di dîroka komarê da em gihîştin reqama îxracatê ya herî zêde"

Wezîra Bazirganiyê Ruhsar Pekcan der barê îxracata di meha Cotmehê da wiha got: "Di dîroka komarê da em gihîştin reqama îxracatê ya herî zêde."

Pekcan li Muzeya Edeneyê di daxuyaniya çapemeniyê da axivî û reqamên îxracatê yên meha Cotmehê nirxand.

Wezîra Bazirganiyê Ruhsar Pekcanê der barê îxracata di meha Cotmehê da destnîşan kir di dîroka komarê da gihîştin reqama îxracatê ya herî zêde û wiha got: Îxracat ji sedî 13,1 zêde bû û bi 15 milyar û 732 milyon dolarî îxracat hatiye kirin."

Ruhsar Pekcanê diyar kir di meha Cotmehê da îdxalata me ji sedî 23,5 daket û bû 16 milyar û 261 milyon lire.

Wezîra Bazirganiyê Ruhsar Pekcanê diyar kir di meha Cotmehê da herî zêde bi Almanya, Îngilistan û Îtalyayê ra îxracat hat kirin û wiha got: "Hemû dewket jî girîngiyê didin kalîteya mal û bihayên reqabetê. Ji ber kalîteya îxracatkarên me jî ez wan pîroz dikim."

Pekcanê destnîşan kir gorî texmînan bi bernameya aboriyê ya nû îxrcata Tirkiyeyê heta dawiya salê wê bigihîje 170 milyar dolarî.

Dîroka nûkirinê: 01 Mijdar 2018, 17:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE