Di 6 mehên ewil ên salê de firotina wesayîtan ji sedî 9 bêhnok 3 kêm bû.
di hezîranê de jî firotin ji sedî 1 zêde bû û 80 hezar 652 heb hatin firotin.
bi vî awayî rekora herî zêde ya 10 salên dawî hat bidestxistin.
Li gorî daneyên komeleya Dîstrîbûtorleriya Wesayîtan, firotinên trimbêlan di meha hezîranê de ji sedî 1 zêde bû û bû 80 hezar 652 heb.
Bi vî awayî rekora 10 salên dawî hat bidestxistin.
Bazara wesayidên Türkiyeyê, li gorî heman meha par ji sedî 9 bêhnok 3 teng bû . Yanê 357 hezar 904 wesayîd hatin fırotın.
Ji wan 278 hezar û 282 heb erebe hatin firotin.
79 hezar 622 heb jî wesayidên tîcarî hatin firotin.
FIROTINA WESAYÎTAN A LI GORÎ MEZINBÛNA WAN
MEZINBÛN PAR (%)
SUV 39,7
Sedan 36,1
Hatchback 22,2
Di 6 mehên ewil ên salê de, herî zêde wesayidên ku bacên wan kêm in hatin tercîhkirin.
Li gorî mezinbûnên wan herî zêde wesayidên SUV hatin standin.
Yên Sedan û Hatchback (heçbek) jî hatin tercîhkirin.
HERÎ ZÊDE WESAYÎTÊN BIBENZÎN HATIN TERCÎHKIRIN
CÛRE PAR (%)
Yên bibenzîn 70,4
Yên Dîzel 16,9
Yên Hîbrît 9,9
Yên bitûp 1,9
Di 6 mehên ewil ên salê de firotina wesayidên bibenzîn ji sedî 70 bêhnok 4 zêde bû.
Yên dîzel û hîbrît jî hatin standin
2 hazar 263 wesayidên biceyran jî hatin firotin.
Ji sedî 77 bêhnok 8'ê wesayidên ku hatine firotin otomotîk bûn.
Ji sedî 22 bêhnok 2 jî yên manuel û bişanziman bûn.