Di Herêma Sanayiyê ya Elezîzê de nêzî 8 hezar kes dixebitin

Di atolye û febrîqayên Herêma Sanayiyê ya Elezîzê de nêzî 8 hezar kes dixebitin.

Di Herêma Sanayiyê ya Elezîzê de nêzî 8 hezar kes dixebitin

Li Herêma Sanayiyê ya Elezîzê zêdetirî 8 hezar kes dixebitin. Rêvebir û veberdêrên bajêr dixwazin kapasîteya hilberînê berfireh bikin.

Herêma Sanayiyê ya Elezîzê li ser 650 hektarî hatiye avakirin.

Ji 1987an û vir ve bi saya vê herêmê û sektorên li vir bi hezaran kes debara mala xwe dikin.

Li herêmê ji amûrên înşeatê bigirin heta xwarin û tekstîlê, gelek febrîqa û atolye hene.

Ji bo mezinkirina herêma sanayiyê, li Elezîzê bênavber xebat dewam dikin.

Serokê Herêma Sanayiyê ya Elazığê Suat Öztürk got, ‘’Li vir restoran, mizgeft, navenda mudaxaleya lezgîn û ofîsa agirkujiyê heye. Li herêma sanayiyê ya bajarê me lîseya meslekê jî heye ku nêzî 500 xwendekar lê perwerde dibin... Avantajeke me ya mezin jî ew e ku trên li ber herêma sanayiyê radiweste.. Ji bo peydakirina malzemeyan û şandina amûrên hilberandî ev yek avantajeke mezin e. “

Li herêma sanayiyê ya Elezîzê 210 heb febrîqa hene û lê 8 hezar kes dixebitin.

Rêvebirên bajêr dixwazin kapasiteya hilberînê mezintir bikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE