Di krediyên avahiyan da kêmkirina faîzê

Mişteriyên ji Bankaya Zîraatê, Halkbank û Vakifbankê beriya meha tebaxê krediya avahiyê hildane wê bikaribin krediyên xwe mehane ji sedî 0,99 faîzê va nû bikin

Di krediyên avahiyan da kêmkirina faîzê

Mişteriyên ji Bankaya Zîraatê, Halkbank û Vakifbankê beriya meha tebaxê krediya avahiyê hildane û baqiyeya wan a krediyê ya niha li bin 500 hezarî ne wê bikaribin krediyên xwe mehane ji sedî 0,99 faîzê va nû bikin.

Di daxuyaniya hevpar a Bankaya Zîraatê, Halkbank û Vakifbankê da hat gotin ji ber ku di aboriyê da geşedanên erênî çêbûn û rêjeya enflasyonê kêm bû ji meha tebaxê pê va di krediyên avahiyan da faîz hatin kêmkirin, ji bo krediyên li bin 500 hezarî ne mehane ji sedî 0,99 faîzê va krediya avahiyan tên nûkirin.

Hat gotin kesên ji vê kêmkirinê ya di meha tebaxê da hatibû kirin îstifade kirine û ji Bankaya Zîraatê, Halkbank û Vakifbankê krediya avahiyê hildane û baqiyeya wan a krediyê ya niha li bin 500 hezarî ne heke bixwazin wê bikaribin krediyên xwe mehane ji sedî 0,99 faîzê va nû bikin.

Dîroka nûkirinê: 03 Cotmeh 2019, 12:00
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE