Di meha ewil a salê da ji Başûrê Rojhilatê 257 milyon dolar dexl û den hatin îxrackirin

Di meha ewil a salê da ji Başûrê Rojhilatê 257 milyon dolar dexl û den hatin îxrackirin

Di meha ewil a salê da ji Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê ji 128 welatan ra bihayê 257 milyon û 321 hezar dolarî dexl û den û berên wan hat îxrackirin.

Serokê Yekîtiya Îxracatkarên Dexl û Denan Mahsum Altunkaya daxuyaniya nivîskî da û diyar kir ku îxracatkarên Başûrê Rojhilatê di meha ewil a salê da jî bazirganiyeke serkeftî pêk anî.

Altunkaya destnîşan kir ku ev serkeftina îxracatkaran wê dewam bike û wiha dewam kir, "Di zor û zehmetiyê da jî salek derbas bû û di sala 2022yê da jî îxracatkarên sektora me digel pandemî û şert û mercên zivistanê di meha ewil a salê da ji 128 welatan ra bihayê 257 milyon û 321 hezar dolarî îxracat kir. Bi vî hawî me pir baş dest bi sala 2022yê kir."

Altunkaya daxuyand ku wan herî zêde ber îxracî welatên Rojhilatê Navîn kir û herî zêde miqarme, arê genim û rûnê nebatan îxrac kir.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE