Wezîrê Xezîne û Darayiyê Lutfî Elvan daxuyand aboriya Tirkiyeyê di çaryeka sêyem a vê salê da ji sedî 6,7 mezin bû ku tesîra daxwazên ji hundirê welêt li ser vê zêde bû
Elvan li ser hesabê xwe yê Twîtterê daneyên mezinbûnê ya der barê çaryeka sêyem a vê salê da nirxand.
Wezîr Elvan got Hasilaya Navxweyî ya Xeyrî Safî (GSYH) di çaryeka sêyem a vê salê da ji sedî 6,7 mezin bû û wiha dewam kir: "Di mezinbûna çaryeka sêyemîn ya vê salêda tesîra daxwazên ji hundirê welêt zêde bû. Em rîskên dibe ku çêbibin jî paşguh nakin. Armanca me ew e ku bi polîtîkaya me ya pêştatiyê dide makroekonomî, finans û îstiqrara bihayan va mezinbûn dewam bike."
Elvan anî ziman ji bo xurtkirina binesaziya hilberîn û teknolojiyê jî ewê gavan bavêjin û wiha dewam kir: "Bi serokatiya Birêz Serokomarê me emê guh bidin dengê her aliyên bi aboriyê ra eleqedar in û emê bi hişekî hevpar va tevbigerin."
AA