Di nav sê mehan da ji bo gerê 7,4 milyar lira hat xerckirin

Îsal di navbera meha nîsan û hezîranê da ji hundirê welêt 15 milyon û 47 hezar kes derketin gerê. Di vê heyamê da ji pereyê ku bo ger û geştê hat xerckirin li gor heman heyama par ji sedî 7,1 zêde bû û gihîşt 7,4 milyar lireyî

Di nav sê mehan da ji bo gerê 7,4 milyar lira hat xerckirin

Saziya Îstatîstikê ya Tirkiyeyê (TUÎK) daneyên "Tûrîzma Navwelêt a Kulfetê Malê"ya heyama Nîsan-Hezîran a 2018an eşkere kir.

Li gor vê di çaryeka duyemîn a salê ya navbera meha nîsan û hezîranê da ji hundirê welêt 15 milyon û 47 hezar kes derketin gerê. Di vê heyamê da ji pereyê ku bo ger û geştê hat xerckirin li gor heman heyama par ji sedî 7,1 zêde bû û gihîşt 7,4 milyar lireyî.

Ji bo her gerê bi qasî 392 lire pere hat xerckirin.

Di vê heyamê da kesên derketin gerê li otêl, motêl û cihên din ên lê razan mimkûn e man û şevê li wan deran derbaskirin û ji bo her şevê jî kêm zêde bi qasî 392 lire pere xerc kirin.

Di heyama meha nîsan û hezîrana îsal da ji kesên li hundirê welêt rûdinên û derketin ger û geşta nav welêt da 15 milyon û 47 hezar kes berê xwe dan gerê. Pereyê ku ji bo gera îsal hat xerckirin li gor heman heyama par ji sedî 7,1 zêde bû û bi tevahî 7 milyar û 370 milyon û 645 hezar lire pere hat xerckirin. Ev pere ji bo ger, şexs û tûrên pakêt in hat xerckirin.

Di nav sedemên gerê da ji sedî 65,6 dîtina nas, dost û xizman, ji sedî 25, 8 ger, kêf û tetîl û ji sedî 4,2 jî tendûristî xuya dike.

AA

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE