"Di piyasaya serbest da tu tawîzek wê çênebe''

"Di piyasaya serbest da tu tawîzek wê çênebe''

Wezîrê Xezîne û Darayiyê Lutfî Elvan daxuyand di piyasaya serbest da tu tawîzek wê çênebe û wiha got: "Rejima kambiyoyê ya lîberal wê bibiryar dewam bike."

Elvan di daxuyaniya nivîskî da got şerta ewil a îstiqrara makroekonomiyê îstiqrara bihayê û îstiqrara fînansî ye.

Elvan got heke di van qadan da îstiqrar tunebe gihaştina mezinbûneke biqalîte û domdar ne mumkin e û wiha dewam kir: "Di enflasyona ku em bi kar tînin da di çarçoveya polîtîkaya makro ya ku kêmkirinê pêştatir dike da heta kêmbûn çêbibe ewê bibiryar dewam bike. 

Wezîr Elvan anî ziman ew gelekî girîngiyê didin xebata bitesîr û baş ya piyasayan û wiha pê da çû: "Di piyasaya serbest da tu tawîzek wê çênebe, rejima kambiyoyê ya lîberal wê bibiryar dewam bike. Xebatên di pakêta me ya reformê da cih digirin wê temela me ya binesaziyê xurttir bikin, li hemberî şokan wê berxwedana me zêdetir bikin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE