Di îxracatê da rekora meha Sibatê hat bidestxistin

Di îxracatê da rekora meha Sibatê hat bidestxistin

Wezîrê Ticaretê Mehmet Muş: "Îxracata me li gorî Sibata par ji sedî 25,4 zêde bûye û derketiye 20 milyar dolarî. Ev rêje rêjeya herî bilind ya meha Sibatê ye."

Muş li Salona Konferansê ya Wezareta Ticaretê bi Serokê Meclisa Îxracatkaran ya Tirkiyeyê Îsmaîl Gulle ra daxuyaniya çapemeniyê li dar xist û reqamên îxracatê yên meha Sibatê eşkere kir.

Wezîrê Ticaretê Muş diyar kir îxracata Tirkiyeyê li gorî Sibata par ji sedî 25,4 zêde bûye û derketiye 20 milyar dolarî û got ku ev rêje rêjeya herî bilind ya meha Sibatê ye.

Muş destnîşan kir îxracata salane ji hedefa 2022 OVPyê bihuriye û gihîştiye 231,9 milyar dolarî û got mîna ku serokomarê me dibêje di 2022yan da em dixwazin bigihêjin hedefa 250 milyar dolarî.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE