“Di îxracata 12 mehan da me rekoreke nû ya Komarê şikênand“

“Di îxracata 12 mehan da me rekoreke nû ya Komarê şikênand“

Wezîrê Bazirganiyê Mehmet Muş diyar kir, tebaxê îxracatê li gorî heman meha sala çûyî bi qasî sedî 52 zêde bû, derket 18,9 milyar dolarî û wiha got, "Bi vê reqemê va em gihîştin reqema herî bilind a îxracatê ya meha tebaxê. Ji xeynî vê, nirxê îxracata me ye 12 mehan jî bû 207,5 milyar dolarî ku ev jî rekorekî nû yê dîroka komarê ye."

Wezîr Muş li salona konferansê ya wezaretê digel Meclisa Îxracatkarên Tirkiyeyê (TÎM) civîna çapemeniyê li dar xist û reqemên bazirganiya derva ya meha tebaxê eşkere kirin.

Muş bal kişand, performansa bihêz a îxracata sala 2021ê, meha tebaxê jî didome û wiha dewam kir, "Îxracata me li gorî tebaxa sala çûyî bi qasî sedî 52 zêde bû, derket 18,9 milyar dolarî. Bi kêfxweşî ez dixwazim bêjim ku bi vê reqemê va em gihîştin reqema herî bilind a îxracatê ya meha tebaxê. Ji xeynî vê, nirxê îxracata me ye 12 mehan jî bû 207,5 milyar dolarî ku ev jî rekorekî nû yê dîroka komarê ye."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE