Li Elazığ sektora teksîtîlê pêşve diçe. Herî dawî li bajêr li ser 150 donim erdî fabrîkayeke mezin hat avakirin. Cil û berg û qumaşên ku di vê fabrîkayê tên çêkirin li 4 aliyên cîhanê belav dibin.
Li Elazığê sektora tekstîlî roj bi roj pêşve diçe. Karsazên ku ji dewletê jî piştgiriyê digirin ji bo avakirina kargeh û fabrîkayan tên Elazığê.
Serokê Herêma Pîşesaziyê ya Elazığê Suat Öztürk got ‘’Her çiqas erdhej û pandemî bi ser hev de hatibin jî, dîsa gelek karsaz hatin û li bajarê me fabrîka û kargeh ava kirin.’’
Li bajêr tenê li fabrîkaya ku li ser 150 donim erdî hatiye avakirin, rojê 120 ton caw tê çêkirin.
Rêvebirê fabrîkayê dibêje; “Xwedê hez bike em ê salê di navbera 150 û 200 milyon dolarî de îxracatê bikin.