Wezîrê Xezîne û Darayiyê Nureddîn Nebatî diyar kir, Tirkiye bi performansa xwe ya pêşketinê ya ji sedî 11an va di sala 2021ê da di nav welatên ku daneyên wan hatin eşkerekirin ên G-20, OECD û YEyê da bû welatê ku herî zêde pêş ket.
Nebatî li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û daneyên dahata nesafî ya navxweyî yên temamiya sala 2021ê û çaryeka wê ya dawîn ku ji aliyê Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê va hat eşkerekirin, nirxand.
Nebatî bal kişand ku aborî di çaryeka dawîn a sala 2021ê da wekî salane û reel ji sedî 9,1 mezin bû û bi vî hawî di tevahiya sala 2021ê da ji sedî 11 mezin bû û wiha dewam kir, "Bi vê performansê di sala 2021ê da di nav welatên ku daneyên wan hatin eşkerekirin ên G-20, OECD û YEyê da welatê me bû welatê ku herî zêde pêş ket."
Wezîr Nebatî destnîşan kir ku Tirkiye wê bi Modela Aboriyê ya Tirkiyeyê meyla pêşketinê ya hevsengî û biîstiqrar bidomîne û bigihêje armanca xwe ya ku zêdetir îstixdamê dike û pêş dikeve.AA