''Em ê heqê welatiyên xwe bi kesî nedin binpêkirin''

''Em ê heqê welatiyên xwe bi kesî nedin binpêkirin''

Wezîrê Bazirganiyê Mehmet Muş der barê kêmbûna bihadowîzan û bihayê zêde yên tiştan da got kesên bihayan kêm nekin wê bên kontrolkirin, dema ew bên tesbîtkirin ew ê bên cezakirin.

Muş li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek weşand û got bihayê dowîzan kêm bû û ew bêndê ne ku bihayê tiştan jî kêm bibe.

Wezîr Muş got heke biha kêm nebin, hin kes hewl bidin ji vê yekê firsendê dest bixin ew ê bên cezakirin û wiha dewam kir: "Yên vê yekê binpê bikin di çarçoveya huquqê da bi cezayên herî giran va wê bên cezakirin. Em ê heq û hiqûqên welatiyên xwe bi kesî nedin binpêkirin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE