''Em tevdîrên mayînde yên ku budçeya 2021î baştir bike, dibînin''

Wezîr Elvan: "Em tevdîrên mayînde yên ku budçeya 2021î baştir bike, dibînin. Em kêmdayîna budçeyê ya sala 2021î wek ji sedî 3,5 diyar dikin."

''Em tevdîrên mayînde yên ku budçeya 2021î baştir bike, dibînin''

Wezîrê Xezîne û Darayiyê Lutfî Elvan got: "Kêmasiya budçeya me ya 2020î ji hedefa me ya 239,2 milyar lireyî kêmtir bû û bû 172,7 milyar lire. Me 66,5 milyar lire teserûf kir."

Wezîr Elvan li ser hesabê xwe yê Twîtterê der barê budçe ûmijarên aboriya makro da agahî da.

Elvan got kêmasiya budçeya 2020î ji hedefa 239,2 milyar lireyî kêmtir bû û bû 172,7 milyar lire û wiha dewam kir: "Me 66,5 milyar lire teserûf kir. Di qada dervayî têkoşîna dijî şewbê da emê ji dîsîplîna malî tavîzê nedin."

Elvan anî ziman polîtîkayên maliyeyê yên kamuyê yên ku bi polîtîkayên dijî enflasyonê ra eleqedar in wê dewam bikin û wiha pê da çû: "Em tevdîrên mayînde yên ku budçeya 2021î baştir bike, dibînin. Em kêmdayîna budçeyê ya sala 2021î wek ji sedî 3,5 diyar dikin. Polîtîkayên makroekonomîk yên ku emê bikin rewacê wê bibin sedema daxwazeke bimîzan û geşedanê."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE