Ji ber şerê Rûsya û Ukraynayê li dinyayê krîza genim heye. Li Türkiyeyê ji bo pirsgirêka dexl û danan çênebe û cotkar bê tov nemînin, bi piştgiriya wezaretê li ser sînorê sûriyê çandinî tê kirin. Îsal li çewliga TÎGEMê ya Serêkaniyê 200 hezar ton genim, 5 hezar ton ceh û 10 hezar ton nîsk hat rakirin.
Qada Çandiniyê ya Serêkaniya Rihayê bê serî û binî ye. Ev çewlig wekî embara dexl û dan tê zanîn.
Li ser milyonek û 663 hezar û 244 donim erdî; genim, ceh, nîsk, garis, fistiq, gulberoj û kizin tên çandin.
TÎGEM li bêndera xwe ya qerase bi metodên nûjen çandiniya dexl û dan dike.
Dirûna genim bi 167 makîneyên dirûnê, 96 kamyon û 800 karkerî bi şev û roj didome.
Li Serêkaniyê 200 hezar ton genim, 5 hezar ton ceh û 10 hezar ton jî nîsk hat rakirin.
Li navenda TÎGEM’a Serêkaniya Rihayê 22 cureyên tov tên amadekirin.
Bi taybetî 13 cureyên tovê genim him li navwelêt him jî li derwelêt tên firotin.
Di tesîsa nûjen de rojê hezar ton tov tê amadekirin.
Li tesîsa Çandiniyê ya Serêkaniyê ji xeynî çandiniyê pez û dewar jî tê xwedîkirin.