Endeksa hilberîna pîşesaziyê ji sedî 8,8 zêde bû

Endeksa hilberîna pîşesaziyê ji sedî 8,8 zêde bû

Endeksa hilberîna pîşesaziyê di meha Sibatê da mehane ji sedî 0,1 û salane jî ji sedî 8,8 zêde bû.

Saziya Îstatîstikên Tirkiyeyê (TUÎK) encamên endeksa hilberîna pîşesaziyê ya meha sibatê eşkere kir.

Li gor vê di meha sibatê da hilberîna pîşesaziyê li gor heman meha sala par ji sedî 8,8 zêde bû. Endeksa hilberîna pîşesaziyê ya xalî jî li gor salê ji sedî 5,71 zêde bû.

Dema li sektorên binî yên pîşesaziyê mêze dikin jî tê dîtin ku endeksa sektora kevir û madenê ji sedî 15,9, endeksa sektora pîşesaziya îmalatê ji sedî 9,3 zêde bû, endeksa sektora xaz, ceyran, hilm û avûhewayê jî ji sedî 0,8 kêm bû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE