Endeksa hilberîna sanayiyê ji sedî 8,7 zêde bû

Endeksa hilberîna sanayiyê di tîrmehê da mehane ji sedî 4,2 kêm bû salane ji sedî 8,7 zêde bû

Endeksa hilberîna sanayiyê ji sedî 8,7 zêde bû

Endeksa hilberîna sanayiyê di tîrmehê da mehane ji sedî 4,2 kêm bû, salane ji sedî 8,7 zêde bû.

Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) encamên endeksa hilberîna sanayiyê ya li ser meha tîrmehê eşkere kir.

Li gor vê di tîrmehê da hilberîna sanayiyê ya neplankirî li gor heman meha par ji sedî 8,7 zêde bû.

Dema meriv bala xwe dide sektorên sanayiyê di tîrmehê da endeksa sektora madenkarî û ocaxkariya kevir li gor heman meha par ji sedî 15,2, endeksa sektora sanayiya îmalatê ji sedî 7,9 û endeksa sektora hilberîn û belakirina ceyran, xaz, bihar û konfora germ û sermayê ji sedî 11,7 zêde bû.

Endeksa hilberîna sanayiyê ya plankirî jî salane ji sedî 2,3 kêm bû.

- Di hilberîna sanayiyê da daneyên mehane

Hilberîna sanayiyê ya neplankirî di di tîrmehê da li gor hezîranê ji sedî 4,2 kêm bû.

Dema meriv bala xwe dide sektorên sanayiyê di tîrmehê da endeksa sektora madenkarî û ocaxkariya kevir li gor hezîranê ji sedî 1,8, endeksa sektora sanayiya îmalatê ji sedî 5 kêm bû, endeksa sektora hilberîn û belakirina ceyran, xaz, bihar û konfora germ û sermayê ji sedî 4,5 zêde bû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE